X'ê 13 hezar hesabên girêdayî Îran û Çîn û Rûsyayê rawestandin

Tora X'ê duh bi fermî ragihand ku wan zêdeyî 13 hezar hesabên girêdayî Îran, Rûsya û Çînê rawestandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî X'ê, van bikarhîneran hesabên sexte bi kar anîne da ku naverokên li ser siyaseta Amerîkî belav bikin û namzet û kesayetiyên giştî yên ji hemû beşên siyasî yên cuda armanc bikin.

Her wiha X'ê lê zêde kir ku armanca van hesaban ew bû ku bandorê li guftûgoya siyasî ya li Amerîkayê bikin û ew di dema nirxandin û lêpirsînên navxweyî yên X'ê de hatine çespandin û astengkirin.

Di dawiyê de, X'ê piştrast kir, ew ê li dijî naverokên şaş tedbîran bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye