Li gorî rojnameya "Independent"ê, saziyek lêkolînê ya girêdayî artêşa Çînê, modeleke nû ya dronan ku dişibe mezinahî û teşeya mêşê eşkere kir. Bi vê guhertinê re, rê û rêbazên nû yên karên leşkerî bi taybetî di aliyê sîxuriyê de peyda dibin.
Balafir, ji hêla lêkolînerên Zanîngeha Neteweyî ya Parastina Teknolojiyê (NUDT) li kantona Hunan a Çînê hatiye bi pêşxistin.Baskên wê bi riya smartphone têne kontrolkirin,û ew dikare di rewşên herî xeternak de kar bike.
Xwendekarê zanîngehê Lîang Hexîang di daxuyaniyên ku qenala leşkerî ya fermî 'CCTV 7' weşandî de wiha got: "Ev model robotekî biyolojîk a tekez nîşan dide ku bi qasî mêşekê ye lê dikare di karên keşfa agahiyan û operasyonên taybet ên li qadên şer de bi bandor bê bikaranîn."
Di heman çarçoveyê de, Zanîngeha Harvardê di Nîsana sala borî de cûreke nû ji dronên herî biçûk eşkere kiribû.
Amerîkayê modeleke din a keşfê ya rastîn a bi navê "Black Hornet" ku ji aliyê şîrketeke Norwêcê ve tê hilberandin qebûl kiribû. Bi kamera û xeyala termal hatiye xemilandin û ji ber mezinahiya wê ya mînyaturê dikare di bêrîkê de were barkirin.
Çavdêr bawer dikin ku, ev pêşbaziya pêşxistina teknolojiya sîxuriyê ya mînyatûrî. Dibe ku taybetmendiyên xebatên îstîxbaratî û leşkerî di deh salên pêş de, ji nû ve bide avavkirin.
Demhat Misto