Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek niviskî da û got: “Têkoşîna Şêx Seîd daye îtiraza dîrokî ya li dijî înkarê ye.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo konferansa "100 saliya Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf" re peyamek şand. KCK’ê di peyamê de Şêx Seîd û hevrêyên wî bi rêzdariyeke mezin bi bîr anî û got: “Em xebata KNK’ê ya ku bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî pêk tîne pir watedar dibînin.”
KCK tekez kir ku ew Şêx Seîd wekî welatparêzekî hestiyar, wêrek, zana û pêşengê gelê xwe dibînin û wiha hate gotin: “Şêx Seîd neheqiya li ser gelê Kurd qebûl nekir û li dijî înkara li ser gelê Kurd derket, têkoşîna ku wî daye, îtîrazeke dîrokî ya li dijî neheqî û înkara ku li ser gelê Kurd tê kirine. Di encama têkoşîna Şêx Seîd û Seyît Rizayan de, li Kurdistanê berxwedan û têkoşîn tu carî kêm nebû û ev pêvajo heta derketina PKKê dom kir.”
KCK: Têkoşîna Şêx Seîd wê bi encam bibe
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd di çarçoveyek wisa de pêşketiye. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a dîrokî ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, ev têkoşîn ketiye qonaxa avakirina azadiya gelê Kurd. Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serkeftî pêş bixe û têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe. Em careke din di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan dubare dikin.”
Sîval Revê