Di 13'ê Mijdarê li Tedmûrê DAIŞ'ê êrişê leşkerên Amerîkayê kir.
Di vê êrîşa DAIŞ'ê d de 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrekî sivîl hatin kuştin.
Piştî vê êrişê Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dest bi operasyoneke hevpar kir.
Wezareta hundirîn a Hikumeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku operasyona ku îro dest pê kirî, bi kordînasyona tam a bi hêzên hevpeymaniyê re tê kirin.
Rayedarên Wezaretê dan zanîn ku di çarçoveya operasyona ewlehiyê ya ku li çolistana Sûriyê pêk hatiye de, li Tedmûrê 3 kes bi şika ku pêwendiya wan bi êrişê re heye hatine girtin.
SOHR: Koalisyona Navneteweyî hêzên ewlehiya çolistanê hevkarekî girîng dibîne
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê da zanîn ku hêzên koalisyonê li çolistana Sûriyê bêyî tevlîbûna hêzên ewlehiya giştî a hikûmeta veguhêz ya Sûriyê operasyonan bi hevkariya hêzên ewlehiya çolistanê (yên ku bi navê artêşa Sûriya azad tên nasîn) dike.
Li Çolistana Tedmûrê Koalisyona Navneteweyî hêzên ewlehiya çolistanê wekî hevkarî sereke di operasyonên ewlehî û leşkerî de dibîne.
Hêzên ewlehiya çolistanê li çolistana Tedmûrê xwedî hêzeke berfireh û derfetên leşkerî yên pêşketî ne.
Operasyona mijra gotinê jî piştî bûyera ku roja şemiyê qewimî û 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrek miribûn, pêk hat.
Donald Trump: Yên ku leşkerên me kuştin dê berdêleke giran bidin
Dîsa êrişa li ser hêzên Amerîkayê bibû sedema bertekên tund yên rayedarên Amerîkayê.
Trump di şîva ku ji bo nêzîkbûna Noelê li Koşka Spî hat dayîn de ji mêhvanan re behsa buyera li Tedmûrê kir û got:
"Ez dikarim ji were bibêjim ku ziyaneke gelekî mezin wê bigihêje wan kesên ku ev kiryar li Sûriyeyê pêk aniye."
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê meha borî di serdana Ehmed Şera a Washingtonê de bi awayekî fermî tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bûbû.
Hêzên Amerîkayê bi giranî li herêmên Rêveberiya Xweser û li Baregeha Tenefê ya nêzîkî sînorê Urdinê bi cih bûne.
Washington dibêje leşkerên wan ji bo têkoşîna bi DAIŞ'ê û piştgiriya hevalbendên xwe yên herêmî li wir in.