Heviyazbariya sala 2025-2026’an hat ragihandin

Meclîsa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkirina heviyazbariyê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026’an ragihand. Di heman demê de, Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên ku ji Fakulteya Parêzeriyê derçûne serlêdanên ji bo bernameya master a “qanûna berpirsyariyê” vekir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wekî her salê Meclîsa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina xwendekarên sala 2025-2026`an xwe amade dike.

Meclîsê da zanîn ku navendên qeydkirinê ev in:

Zanîngeha Rojava (avahiya sereke - Qamişlo), Zanîngeha Rojava (Peymangeha sivîl) li taxa El Kelasê - Çarxerêya Cûdî li Hesekê, Zanîngeha Rojava (Fakulteya Endezyariya Petrolê - Rimêlan), Zanîngeha Kobanê (avahiya zanîngehê ya nû - Kobanê), Zanîngeha Şerq (avahiya sereke - Reqa), Navenda Helebê (Peymangeha şehîd Zozan - Dibistana şehîd Cûdî Amanos –Eşrefiyê).

Belgeyên pêwîst ji bo tomarkirinê:

- Kopiyeke nasnameya kesayetî yan tomarname (Îxrac qeyd) û ji bo kesên bêqeyd nasnameya danasînê.

- 8 wêneyên kesayetî yên nû.

- Kopiyeke bawernameya amadeyî ya pesendkirî.

- Belgeyek ji Komînê, (belgeya niştecihbûnê).

- Belgeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo zarokan, xwişk, bira, dê, bav û hevjîna şehîdan.

Tomarkirina xwendekaran ji bo heviyazbariyê wê di 8’ê îlonê de dest pê bike û heta 19’ê îlonê berdewam bike.

Her wiha ji bo tomarkirina xwestekan jî wê di 27’ê îlonê de dest pê bike û di 6’ê cotmehê de bi dawî bibe. Encamên heviyazbariyê wê di 11’ê cotmehê de werin eşkerekirin.

 

Ji bo xwendekarên hiqûqê serlêdanên bernameya master hat vekirin

 

Ji aliyekî din ve jî Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên ji Fakulteya Hiqûq derçûne, serlêdanên ji bo bernameya master a “qanûna berpirsyariyê” vekir.

Li gorî daxuyaniya ku zanîngehê daye, tomarkirin 8`ê îlonê heta 16`ê îlonê ye.

Xwendekar dikarin li Peymangeha Zanistên Civakî û Mirovî ya girêdayî Zanîngeha Rojava ya li taxa Hîlîliyê navên xwe tomar bikin.

Her wiha zanîngehê di daxuyaniyê de roja testa dawîn jî 12`ê cotmeha 2025`an eşkere kir ku testa devkî jî wê dûre diyar bike.

Li gorî daxuyaniyê belgeyên pêwîst ev in:

Belgeya tomarkirinê.

Kopiyeke mohrkirî ya bawernameya zanîngehê.

Kopiyeke nasnameya kesayetî.

2 wêneyên kesayetî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24