Şandeyek ji Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Vegûhêz roja sêşemê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Vegûhêz Ebdulqadir Tehan serdana bajarê Serê Kaniyê yê li bakurê Hesekê kir.
Çavkaniyê, diyar kir ku, ev serdan nêzîkî meh û nîvek piştî serdaneke berê tê.
Ya ku tê de wezaretê derî ji bo tevlîbûna di dezgehên ewlehiyê de vekiribû.
Her wiha wî da zanîn ku di serdana niha de, li hev kirin ku navên 300 kesan ji bo tevlîbûnê werin piştrast kirin, ku tenê 70 ji wan ji Serêkaniyê û gundewarê wê ne, yên mayî jî ji Dêra Zorê û bajarên din ên Sûriyê ne.
Çavkaniyê destnîşan kir ku di dema serdanê de, şandeyê hemû tomar, dosya û serlêdanên endametiyê yên leşkerên nû birin da ku paşê li Şamê li pey wan biçin.