Lezgin

HSDê agahiyên têkildarî hevdîtina bi Tirkiyeyê re derewandin

reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya HSDê agahiyên raporeke çapemeniyê yên li ser hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi rayedarên Tirkiyeyê re derewandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya civakî belav kir ku, di raporek Al Monitor de hin agahiyên nerast hatine parvekirin, ku “çavkaniyên herêmî” ji malperê re gotine wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yan jî serokê Îstîxbarta Tirkiyeyê pêşniyar kiriye ku hevdîtinekê bi Fermandarê Giştî yê HSDê re pêk bîne.

Navendê got, “Em teqez dikin ku ev agahî ne rast in û fermandariya hêzên me yan jî tu şandeyeke temsîla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku hevdîtinan bi Şamê re bike, tu agahiyên wiha yên li ser hevdîtina bi aliyê Tirkiyeyê re wernegirtine.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24