Li gorî nirxandina herî dawî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, hişîyariya baranê û germa zêde hem jî ya tozê hat dayîn.
Ji bo Marmara, Ege, Deryaya Spî, Anatoliya Navîn, herêma Deryaya Reş, Rojavayê Bakurê Kurdistanê û derdora Erdexan, Agirî, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Mûş û Dîlokê hişyarî hat dayîn.
Baran û berf wê tevlîhev bibare
Tê payîn ku li bakurê Balikesîr, Bursa, Yalova, rojavayê Mersin, Hatay, Edene û derdora Osmaniyê baran bi xurtî dê bibare.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, da zanîn ku li zozanên bakurê rojhilatê Anatolyaya Navîn, navxweyî herêmên Rojavayê û rojhilatê Deryaya Reş û li zozanên bakurê Kurdistanê, baran bi rengê berfê wê tevlihev bibe.
Li deverên asê yên bi berfa stûr metirsiya berfê jî heye.
Dê li rojhilat veguhestina tozê çêbibe
Midûriyeta Giştî diyar kir ku li rojhilatê Deryaya Spî û Kurdistanê wê veguhastina tozê hebe.
Pileya germahiyê her ku diçe kêmtir dibe
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku germahî dê li herêmên bakur û navxweyî ji 6 heta 9 pileyî kêm bibe, lê li herêmên din guhertineke girîng nayê hêvîkirin.
Ji mirovan hişyarî hat kirin ku li dijî şert û mercên neyînî hişyar bin û tedbîran bigirin.