Rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Tatli ku li gîrtîgeha Kirikkaleyê dihat rehîngirtin jiyana xwe ji dest da.
Parlamentera Şirnexê ya Partiya wekhevî û Demokratîk ya Gelan DEM Partî Newroz Ûysal Aslan li ser hesaba xwe ya medya Dijîtal eşkere kir ku kesek di girtîgeha tîpa F de, di odeya sê kesî de bi tenê dima, jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku Abdulkadîr Tatli, ku ji sala 1999'an ve di girtîgehê de bû, ev demeke dirêj bû tedawî didît.
Cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikkale, piştî wê hat ragihandin ku cenazeyê wî dê bibin navçeya Farqîn a Amedê.
Wezareta Edaletê diyar kir ku, di sala 2024'an de 818 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, ku 68 kes ji wan weke "xwekujiyê" hatine tomarkirin.