Nû- Li Sûriyê 10 kes hatin kuştin

Li cih û deverên cuda yên Sûriyê 10 kes ku di nava wan de jinek heye hatine kuştin û yek jî birîndar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku hatine dayîn çekdaran nêzî saet 10.00ˊan êrîş kirin û 2 ciwan bi navê Besam Ziyod yê li taxa Ekremê ya kevin û yê din jî Merwan Hedîd li taxa Wadî Zeheb hatin kuştin.

 

Li taxa Cendelî ya Humsê, mamoste Leyal Dumer Xerîb vê sibehê ji aliyê komeke çekdaran hat qetilkirin.

 

Li bajarê Tilkelex ê rojavayê Humsê jî Munîr Ebas bi giranî birîndar bû.

 

Her wiha Li bajarokê Qirdaha yê Laziqiyê, gundewarê Derayê û Şamê jî 3 kes hatin kuştin.

 

Li bajarokê Ertoz 4 ciwanan di encama teqîna bombeyeke destan de, jiyana xwe ji dest da.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye