Tarif: Netanyahu sozên zelal derbarê çarenûsa Durziyan de dan

Rêberê ruhanî yê civaka Durziyan li Îsraîlê Muwaffaq Tarif got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu sozên zelal derbarê çarenûsa Durziyan de daye wî. Her wiha li Siweydayê xwendekar û mamosteyan bi daxwaza çareseriya lezgîn ji bo ezmûnên dibistanên amadehî xwepêşandan li dar xistin û komîteyeke taybet ji bo perwedeya bilind hat avakirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku bîlançoya komkujiyên li siwêdayê gihaşt 2 hezar û 48 kuştiyan

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Îsraîlê rewşa Siweydayê tê nîqaşkirin. Di hevpeyvîneke li gel i24NEWS'ê de, Rêberê ruhanî yê civaka Durziyan li Îsraîlê Muwaffaq Tarif peymana çaverêkirî ya bi Şamê re wê xalek li ser bêçekkirinê li başûrê welêt û misogerkirina ewlehiya civaka Durzî li wir di nav xwe de bigire.

Her wiha Tarif got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu sozên zelal derbarê çarenûsa Durziyan de daye wî.

Muwaffaq Tarif destnîşan kir ku di hevdîtinên wî û Netanyahu de, mijara revandiyên Durzî hat nîqaşkirin.

Ji aliyekî din ve li Siweydayê xwepêşandan berdewamin.

 

Li Siweydayê xwepêşandanên ji bo mafê perwerdeyê didomin

 

Vê carê Xwpêşandan  ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve tê lidarxistin.

xwpêşandêrên ku berê xwe dan avahiya Parêzgeha Siwêdayê û li wir bi Komîteya Qanûnî ya Bilind re civiyan. 

Xwendekaran metirsiya xwe ya têkildarî rawestandina ezmûnan û proseya xwendinê anîn ziman.

 

Komîteya Qanûnî: Hikûmeta veguhêz lidarxistina ezmûnan asteng dike

 

Komîteya Qanûnî di hevdîtina li gel nûnerên xwepêşanderan de destnîşan kir ku ew ê xwestekên xwendekaran bigihînin rêxistinên navneteweyî û wiha got: "Hikûmeta Veguhêz lidarxistina ezmûnan asteng dikin."

 

Li Siweydayê ji bo perwerdeyê komîteyeke taybet hate avakirin

 

Di heman demê de avakirina komîteya taybet ji bo perwedeya bilind hate ragihandin. 

Ev komîte wê ji bo parastina xwendekaran di zanîngehan de û pêşxistina zanîngehên parêzgehê bixebite.

 

SOHR: Bîlançoya komkujiyên li Siwêdayê gihaşt 2 hezar û 48 kuştiyan

 

Bi hemwextî van geşedanan, Bîlançoya kuştiyên Siweydayê roj bi roj zêde dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku cenazeya ciwanekî ji gundê Radîme El Lîwa yê bakurê Siweydayê bi guleyan kuştî ku 65 rojin  winda bû hate dîtin .

SOHR'ê ragihand ku piştî dîtina cenazeyê, bîlançoya komkujiyên tîrmehê yên li Siweydayê gihaşt 2 hezar û 48 kuştiyan. Di nav qurbaniyan de  hezar û 593 durzî ne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  ji ber ku windahiyên  heta niha çarenûsa wan ne diyar  hene, dibe ku bîlanço zêdetir bibe .

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24