Li Îranê, ji ber nebirêxistinbûyîna qada tirafîkê, bikaranîna jêderên enerjiyê û bi taybet ên nukleerî, qirêjiya hewayê her ku diçe zêdetir dibe.
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Reza Reîsî ragihand ku di nava hefteya dawî de 170 hezar kes ji ber nexweşiyên dil û nefesê yên ji ber qirêjiya hewayê, serî li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan dane.
Elî Reza Raîsî, ev rewş wekî "krîzeke tenduristiya giştî ya cidî û berfireh" bi nav kir.
Raîsî, roja sêşemê got ku tenê di hefteyekê de, odeyên lezgîn li seranserî welêt zêdetirî 170 hezar serdanên têkildarî qirêjiyê tomar kirine.
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê destnîşan kir ku hejmara bûyeran li gorî astên normal ji sedî 20 heta 25 zêde bûye.
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Reza Raîsî diyar kir ku piraniya van nexweşan ji 11 parêzgehên ku asta qirêjiya wan herî bilind e hatine û ev yek jî asta krîzê nîşan dide.
Elî Reza Raîsî, da zanîn ku Wezareta Tenduristiyê lêçûna tenduristiyê ya salane ya qirêjiyê, bi qasî 17 mîlyar dolarî texmîn dike.
“Par zêdetirî 59 hezar kesî ji ber qirêjiya hewayê mirin”
Raîsî, eşkere kir ku par zêdetirî 59 hezar kes ji ber nexweşiyên têkildarî kalîteya hewayê ya nebaş mirine.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Elî Reza Raisî got ku piraniya bajarên Îranê, ji astên pir xeternak ên qirêjiyê jiyan dikin.
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê, rave kir ku perçeyên ji 2.5 mîkronan biçûktir "bi lez dikevin nav xwînê û hatiye îspat kirin ku dibin sedema penceşêrê, nexweşiya dil û damaran û nexweşiyên nefesê yên akût."
Tehran asta herî xirab a qirêjiya hewayê jiyan dike
Li gorî lêkolînan, Tehran, asta herî xirab a qirêjiya hewayê jiyan dike û çavkaniyên sereke yên qirêjiyê jî ev in:
"Jêderên enerjiyê, trafîka qelebalix, otomobîlên taybet û kamyonên giran in."
Ev jî çavkaniyên sereke yên ku heyberên qirêj ên weke karbonmonoksît, pêkhateyên organîk ên firar û oksîdên nîtrojenê, hildiberînin.
Ev heyber jî dibin sedemên bingehîn ên nexweşiyên giran û mirina bi hezarê kesan.