Duh baraneke dijwar li Efrîn, Kobanê, Idlib û Laziqiyê bariya

Şeva borî li herêmên Efrîn, Kobanê, Idlib û Laziqiyê baraneke pir dijwar bariya. Vê yekê metirsiyek digel şêniyan de çêkir ku ev barana neasayî, ziyanan bi xwe re bîne. Bi taybet li deverên gundewarê bakurê Lazqiyê jî di encama tavên dijwar de, têkiliya bi niştecîhên wê deverê re bi temamî qut bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî ku niha meha tebaxê ye û ji mehên herî germ ên werza havînê tê hesibandin.

Şeva borî li herêmên Kobanê, Efrîn, Idlib û Laziqiyê bahoz û barana pir dijwar bariyan.

Bi seatan jî baran û birûskan berdewam kir.

Vê yek jî gelek metirsî di nav şêniyan de çêkir, ku ev baran bibe encama ziyanên pir mezin di nav mal û milkên wan de.

Bi taybet jî li herêmên Laziqiyê û Idlibê.

Ev dîmen piştî barana bajarê Efrînê ye.

Li Laziqiyê û gundewarê wê jî di encama baranê de bahozeke pir dijwar rû da û hin dar jî ketin.

Ev dîmen ji naverasta Laziqiyê ye.

Ev dîmen jî ji pêlên deryaya Laziqiyê ne.

Di heman demê de li gorî ku Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku têkiliya bi niştecîhên deverên gundewarê bakurê Lazqiyê re hema bêje bi temamî qut bûye.

Tê texmînkirin ku têkçûn an qutbûna torên ragihandin û înternetê bi tundiya bahozê û şert û mercên hewayê yên heyî ve girêdayî ye.

Li gundewarên Idlibê jî gelek tavên metirsîdar rû dan.

Ev dîmen jî ji gundekî li Idlibê ye.

Ev dîmen jî ji herêma Selqînê ya girêdayî Idlibê ye.

Ev barana ne asayî metirsiyek xist dilê şêniyan ku eger zêdetir bibe, dê zirarên mezintir bi xwer bîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye