Wezîra xwezayê ya Îraqê hişyariyeke tund li ser qirêjkirina xweza û avhewayê da

Wezîra Jîngehê ya Îraqê li ser qirêjkirina jîngeh û avhewaya Îraqê hişyariyê dide û dibêje: Paşmayî û bermahiyên nexweşxaneyan dirijînin nav Çemê Dicleyê. Ev yek careke din pirsa qirêjkirina Xwezaya Îraqê, metirsî û bandorên wê yên xerab li ser welatiyan radixe ber çavan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nêzîkatiya xerab ligel Xwezaya Îraqê û qirêjbûna wê, ligel guherînên avhewayê yên cîhanî di dirêjahiya zêdetirî 20 salên borî de, Xwezaya Îraqê xistiye bin metirsiyê.

Di van çend salên dawî de ev mijar di nav xelk û medyayê de bûye rojev ku heke rêçareyên guncaw neyên girtin, ew herşê li ser jiyan û silametiya Îraqiyan dike.

Diyardeya çolbûnê û gelek metirsiyên din ên jîngehê di van çend salên dawî yên Îraqê de, xema pîsbûna çavkaniyên avê jî li ser zêde kiriye.

Vê gavê pîsbûna ava çemê dîcleyê li nav Îraqê û bi taybetî li bajarê Bexdayê, pirsa metirsiya xwezayê aniye ber behsê û kêşeyeke mezin ketiye navbera her du Wezaretên Tenduristî û Xwezayê yên Îraqê.

"Bermahiyên nexweşxaneyan rasterast dirijin nav çemê Dicleyê"

Wezîra Xwezayê ya Îraqê, Sirwe Ebdulwahid, di hevpeyvîneke televizyonî de ligel kanala Dîcleyê ragihand ku qirêjayî û bermahiyên bijîşkî rasterast û bêyî ti parzûnkirinê dirijînin nav çeman.

Ji ber vê yekê ew ditirse ku masiyên naverast û başûrê Îraqê bixwe û guman dike ku dibe ku hilgirên vîrûsa Aîdsê (HIV) bin.

Daxuyaniyên wezîra xwezayê ya Îraqê bûn sedema bertekên mezin 

Ev daxuyaniya Wezîra Xwezayê bû sedema bertekan û Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê bersiv da û ragihand ku, vîrûsa Aîdsê bi rêya av û xwarinê nayê veguhastin û bermahiyên bijîşkî li gorî rêkarên pîşeyî tên ji nav birin.

Tenduristiya Îraqê: Bermahiyên bijîşkî li gorî rêkarên pîşeyî tên jinavbirin

Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê li mikur hat ku qirêjayî û bermahî dirêjînin nav ava Çemê Dicleyê li nav bajarê Bexdayê, lê dibêje ku ew ne qirêjayî û bermahiyên Bajarê Bijîşkî yê Bexdayê ne. 

Tenduristiya Îraqê: Ew bermahiyên şaredariyê ne ku dirijînin çemê Dicleyê

Belku ji wê xetê bermahiyên şaredariyê yên bajarê Bexdayê dirijînin nav çem, ne ku paşmayî û qirêjahiya nexweşxaneyên Wezareta Tenduristiyê bin.

Piştî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, careke din Wezîra xwazyê ya Îraqê, Sirwe Ebdulwahid, ecêbgirtina xwe li hember wî daxuyaniyê nîşan da û got ku ew bi biryar e li ser mijara qirêjbûna av, hewa û xiwazaya Îraqê.

Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê di bersiva Wezîra xwazyê de dibêje ku ev mijar hatiye mezin kirin û vîrûsa Aîdsê bi rêya av û xwarina masiyan nayê veguhastin.

Saziyên tenduristiyê li gorî rêkarên zanistî yên di meriyetê de kar li ser parzûnkirina bermahiyên şil û hişk dikin, û kanalîzasyonên wan jî bi tora kanalîzasyona sereke ve girêdayî ne.

Hişyariya Wezîra xwazayê û bersivdana ducarî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê, careke din pirsa qirêjkirina xwazaya Îraqê, metirsî û bandorên wê yên xerab li ser welatiyên asayî yên Îraqê tîne ber behsê û nîqaşeke cidî li ser vê mijarê dike rojeveke giring ku ji pirsên din ên giring ne kêmtir e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye