Di êrîşên Rûsyayê yên li seranserê Ûkraynayê de 6 kes hatin kuştin

Şeva borî Rûsya û Ûkrayna li dijî hev gelek êrîş pêk anîn. Di êrîşên şeva borî de li Ûkraynayê 6 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Li beramber van êrîşan Moskovayê ragihand wan bi sedan dronên Ûkrayna yên ber bi paytexta Rûsyayê ve hatibûn şandin, anîne xwarê. Zelensky jî dibêje, Rûsya bi armanckirina binesaziya enerjiyê, agirbesta enerjiyê ku Trump ragihandibû, paşguh dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Servîsên Hawariyê yên Ûkraynayê ragihand, di êrîşên şeva borî li ser Kîêvê de, 3 kes hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Li eyaleta Dinîpropitrovsk a Ûkraynayê jî di êrîşên Rûsî de 2 kes hain kuştin û 6 birîndar bûn.

Herwiha li Zaporojiya jî êrîşên Rûsyayê hebûn û di encamê de kesek hat kuştin û 3 birîndar bû.

Rûsya 180 û Ûkrayna jî 115 dron anîn xwarê

Li aliyê din, Ajansa TAS a Rûsî ragihand, pergala parastinê ya Rûsyayê 180 dronên Ûkraynayê ku ber bi Moskovaya paytext ve hatibûn şandin, anîn xwarê.

Di heman demê de hêzên esmanî yên Ûkraynayê eşkere kir ku wan 4 mûşekên balîstîk û 115 dronên Rûsî xistine xwar.

Tevî ragihandina agirbesta enerjiyê jî, wezareta parastinê ya Rûsyayê ragihand, wan avahîsaziyên pêwendî û enerjiyê li Kîev û Xarkêvê armanc kirine.

Şaredarê Kîevê diyar kir ku ji ber êrîşan elektrîk qut bû û nêzî 600 hezar kes di tariyê de man.

Zelensy: Rûsya agirbesta enerjiyê ya Trump paşguh dike

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky îro çarşemê da xuyakirin, êrîşên şeva borî yên Rûsya ku binesaziya enerjiyê li Ûkraynayê kir armanc, nîşan didin ku Moskova agirbesta enerjiyê ya ku serokê Amerîkayê Donald Trum ragihandibû, paşguh dike.

Armanckirina avahîsaziyên enerjiyê metirsiyê li ser gihîştina elektrîk û sotemiyê zedetir dike, digel berdewamiya şer û nebûna asoyên çareseriyekê di navbera herdu aliyan de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye