Kongrêsa Amerîkî Yasaya Qeyser di 20`ê Kanûna 2019` an de bi awayekî fermî ji ber sûcên şer ên di şerê navxweyî yê 13 salan de li ser Hikûmeta Esad ceza kiribû.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya betalkirina cezayên sînordarker ên Yasaya Qeyser (Caesar Act) a li ser Sûriyê qebûl kir.
Hewldana rakirina cezayan roja çarşemê di çarçoveya pakêteke berfireh a lêçûnên parastinê de ku wekî Yasaya Desthilatdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) tê naskirin, hat qebûlkirin.
"Em derfetekê didin Sûriyê ku paşeroja xwe ya bêyî esed ava bikin"
Nûnerê Floridayê Brian Mast di rûniştina Meclisê de got :
"Bi vê NDAA'yê re, wekî gelek kes dizanin, em cezayên li ser Sûriyê radikin ku ji ber Beşar Esed û êşkencekirina gelê wî hatibûn danîn.
Em derfetekê didin Sûriyê ku paşeroja xwe ya bêyî Esed ava bike."
Pêşnûme wê biçe Senatoyê û tê payîn ku beriya dawiya salê deng li ser bê dayîn.
Parêzvanên mafên mirovan jî piştgirî da rakirna cezayên giran ku Amerîka û welatên din ên Rojavayî di dema şer de li ser Sûriyê sepandibûn.
Dibêjin ku rakirina wan cezayan wê piştî salên wêraniyê alîkariya Sûriyê bike ku aboriya xwe ji nû ve baş bike.
Hemwextî vê biryarê Serokê Banka Navendî ya Sûriyê Ebdulqadir Husriye hefteya borî di hevpeyvînekê de bi Reutersê re rakirina cezayên Amerîkayê wekî "mucîzeyekê" pênase kiribû.
Serokê Amerîkayê DonaldTrump ji dema rûxîna Rêjîma Basê ve, gelek ceza li ser Sûriyê rakirine û bi Serokê Hikûmeta Vegûhêz ê Sûriyê Ehmed Şer re civiyaye.
Lê hinek ceza tenê dikarin ji aliyê Kongreyê ve werin rakirin ku Trump jî teşwîq kiribû ku qanûndanêr vê gavê biavêjin.