Polîsên Endonezyayê ragihandin ku di vê şewata li Werda Damaiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Polîsan diyar kirin ku şewata li aramxaneya ku kesên pîr lê diman, şeva yekşemê hat vemirandin.
Niştecihên bajêr jî, ji bo vemirandina şewatê alîkarîya tîmên agirkuj kirin.
Serokê agirkujiyê, da xuyakirin ku niştecihên malê, di hundirê avahiyê de asê mane û ji ber şewitê 3 kesên din jî birîndar bûn.
Vekolîna ku di derbarê sebeba şewatê de dest pê kir, berdewam dike.