Li Yalovayê li dijî DAIŞ`ê operasyon hat destpêkirin

Li bajarê Yalova ya li bakurê rojavayê Tirkiyê operasyona li dijî DAIŞ’ê dest pê kir. Di operasyonê de, pevçûn derket, 3 polîs mirin û 7 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku li bajarê Yalovayê îro di danê sibehê de li dijî DAIŞ’ê operasyon hate kirin.

Her wiha di dema operasyonê de pevçûn derket û di pevçûnê de 3 polîs mirin û 7 jî birîndar bûn.

Di heman demê de ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê. 

Walîtiya Yalovayê jî têkildarî pevçûnê daxuyanî da û got operasyona wan didome. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye