Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê derbarê êrîşên li ser Siweydayê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê êrîşên xwe berdewam kirin, di êrîşan de guleyên hawnan, çekên giran û dron bi kar anîn.
Fermandariyê da zanîn ku êrîş bi awayekî ketober li dijî sivîlan û milkên wan hatine kirin û ev agahî parve kirin "Ji saetên derengiya şevê heya berbanga îro ve, ji bajarokên Rîma Hazim û Mensûrayê, bi hawanan êrîşî bajarê Etîl kirin.
Di encama topbaranê de 2 kes hatin kuştin 8 kesên din birîndar bûn.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bersiva êrîşan dan, di encamê de 2 erebeyên çek li ser îmha kirin û qaîdeyeke avêtina hawanan kir hedef.