QSD`ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bi rêya Meclisa Helebê û medyaya wê ya fermî çîrokeke derewîn li ser topbarankirina Nexweşxaneya Razî çêkirî û balav dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em piştrast dikin ku Nexweşxaneya Razî bi tu awayî nehatiye hedefgirtin.
Ya ku qewimî hewldanek eşkere û sîstematîk ji bo veşartina sûcên rasteqîn bû.
Ew eşkere rastiyan berevajî dikin.
Ev nêzîkatî bêrêziya desthilatan ji rastiyê re û bikaranîna derewan wekî amûrek siyasî ji bo rewakirina êrîşa xwe eşkere dike."
Di daxuyaniyê de QSD`ê diyar kir ku bi dehan dîmenên belgekirî nîşan didin ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz êrîş kirine.