Di îlonê de 12 jin li Îranê hatine qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê ragihand ku ji serê mehê ve, 12 jin hatine qetilkirin, ji wan jinan, 5 hatine darvekirin, 7 jin jî bi tûndiya di nava malbatê de hatine qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê di rapora xwe ya mehane de cih da amarên metirsîdar ên li ser tundiya li beramberî jinan û binpêkirinên mafên mirov yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Rêxitinê di rapora xwe de diyarkirin ku 12 jin hatine qetilkirin.

Ji wan jinan 5 hatine darvekirin, 7 jin jî bi tûndiya di nava malbatê de hatine qetilkirin.

Her wiha di raporê de hat diyarkirin zextên dadgehan yên li ser çalakvanên jin zêde bûye.

Li gor heman raporê ji serê meha îlonê ve li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetirî 403 kes (jin û mêr) hatine binçavkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji serê mehê ve cezayê darvekirinê li ser 75 kesan hatiye bicihanînin, ji wan 5  jin in.

Her wiha cezayê darvekirinê li 29 kesan hatiye birîn ji wan jî 3  jin in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye