Roj bi roj dolar li hemberî dînarê Îraqê bilind dibe
Roj bi roj nirxê dolar li hember dînarê Îraqî bilind dibe û dergehên neseqamgêriyê li bazarên sirafan vedibin. Serokê Sendîkaya Pereguheran sedema bilindbûna dolar dispêre xirabiya rewşa siyasî û aborî li Îraqê. Di encamê de, bazarî hêza xwe ji dest daye û welatî bacê didin. Nûçegehanê me yê Dihokê Sîdad Hebîb, çûye nava bazara sirafan û têkildarî mijarê raporek amade kiriye, em bi hev re temaşe bikin.