Mihemed Mamo ji ber ku Kurd e bi tohmeta endamtiya QSD'ê tê girtin

Mihemed Ebdulrehman Mamo welatiyeke bajarê Hesekê ye, beriya 3 mehan li Şama paytexta Sûriyê ji Kurd e bi tohmeta endamtiya QSD`ê hatibû girtin. Mihemed Mamo diyar kir ku heta niha jî hejmarek ji endamên QSD’ê di zindanan de ne.

reset font size increase font size

Ji ber ku Kurd e bi tohmeta endamtiya QSD`ê beriya 3 mehan hatibû girtin.

Ev çîroka welatiyekî sivîl e li Otêleke Şama paytexta Sûriyê bi tohmeta endamtiya QSD’ê hatibû girtin.

Mihemed Ebdulrehman Mamo welatiyeke ji bajarê Hesekê ye ji ber nexweşiyan sardana bijîşkan li Şamê kiribû.

Mihemed Mamo ev 3 meh bûn di zindanê de bû beriya 2 rojan hat berdan, ji Nûçe Tv re behsa serpêhatiya xwe dike.

"Ji min re gotin çima te wêneyê xwe li ber peykerê Selahidîn Eyûbî girtiye"

Mihemed Mamo diyar kir piştî rêkeftina di navbera her du aliyan de ti zirar li girtiyên QSD ê ne kirin û wiha got “ Heta niha jî hejmarek ji endamên QSD’ê di zindanan de ne.”

Mihemed Mamo: Hejmarek ji şervanên QSD'ê di zindanan de ne

Li gorî rêkeftina 29'ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û QSD'ê ya ku entegrebûyî de hatiye îmzekirin, hemû dîlgirtî werin serbestberdan.

Beriya du rojan 49 girtî hatin berdan lê piraniya wan ne şervanên QSD ê bûn  . 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye