Li Endonezyayê encamên keştiya binavbûyî: 9 kes mirî û 126 jî wenda ne

Rayedarên Endonezyayî roja Înê gotin ku wan dest bi operasyonekê kirine da ku keştiyek ku di destpêka hefteyê de li Deryaya Javayê binav bibû, rast bikin. Di heman demê de lêgerîna li 129 kesên ku hîn jî winda ne berdewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Endonezyayê, operasyona lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku keştiya rêwiyan Virgo Transport 8 li Deryaya Java noqî avê bû berdewam dike.

Keştiya ku 243 kes hilgirtibû, di demjimêrên sibê yên Yekşemê de, di nav hewaya xerab de, rastî qewimîna bû û paşê di bin avê de winda bû.

Li gorî agahiyên dawî Rûytersê, heta niha mirina 9 kes hatiye piştrastkirin, 108 kesên din jî hatine rizgarkirin, û 126 kesên din hîn jî wenda ne.

Di operasyona dawî de, hêza deryayî ketine nav keştiyê û cenazeyên du zilam û yek jinê dîtine.

Keştî çend roj li ser avê  maye, lê di dawiyê de bi temamî gihiştiye bin av bûye.

Ji bo hêsankirina lêgerîn û rizgarkirinê, dest bi operasyona vegerandina keştiyê hatiye kirin.

Plana wan ew e ku keştî ber bi devereke kûrahiya kêm ve bikişînin û paşê wê rast bikin. Piştî ku keştî rast bibe, operasyonên lêgerîn û derxistina kesên dîsa dest pê dikin.

Ji bo lêgerîna kesên wenda, rayedare Endonezyayê 8 keştî û 2 helîkopter şandine herêmê. Lê bayê bihêz, pêlên mezin û herikînên deryayê hîn jî karê tîmên rizgarkirinê dijwar kiriye.

Berî vê, hêza deryayî ragihandibû ku herikîna avê li herêmê gihiştibû nêzîkî 7 knotan, di demekê de ku ji bo cûdiyê şertên ewle pêdivî ye herikîn ji 1.5 knotan kêmtir be. Keştî jî li kûrahiya nêzîkî 29 metre ye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye