Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî, bertekek tund nîşanî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku gotibû “Amerîkayê 99 salan Korîdora Zengezorê kirê girtiye.”
Welayetî hêrsa xwe nîşan da û got: "Qafqasya Başûr ne cihekî bêxwedî ye ku Trump karibe bi kirê bigire. Ev derbasgeh ne milka wî ye; wê ji bo çekdarên Amerîka yên kirê girtî bibe goristan.”
Welayetî îdia kir ku Korîdora Zengezorê wê avahiya jeopolîtîk a herêmê biguherîne û zemînê ji perçebûna Ermenistanê re amade bike.
Welayetî tekez kir ku Îran dê li dijî vê projeyê bisekine û got, “Rûsya li gel me be yan nebe, em dê ji bo ewlehiya herêmê gavan biavêjin. Em bawer dikin ku Rûsya jî li dijî vê korîdorê ye.”