Xwepêşandan li meydana sereke ya bajarê Siweydayê, bi beşdariya gelek xelkên navçeyê pêk hat.
Çalageran di xwepêşandanê de gotin: "em daxwaza parastina navneteweyî dikin"
Şêxê Rûhanî yê Durziyan Merwan Riziq û Îsam Cafer diyar kirin ku daxwaza wan a sereke rêveberiyeke xweser e û got:
“Em daxwaza parastina navneteweyî dikin, ji ber ku cîranên me yên welat bi çekên me, me dikujin''
Em spasiya Îsraîlê dikin, ji ber ku Îsraîl û Durziyên li Îsraîlê piştgiriya me kirin.”
Di dawiyê de xwepêşanderan ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û xizmetguzariyê bang li civaka Navneteweyî kirin.