Netanyahu bi serokê îstîxbarata Misrê re civiya

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew bi Serokê Îstixbarata Misrê Hesen Mehmûd Reşad re civiya da ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xezeyê bi pêşve bibe. Her wiha serokê Şandeya Danûstandinan û Berpirsê Tevgera Hemas li Xezeyê Xelîl el-Heyya îro piştrast kir ku ew xwedî îradeyek xurt in ku peyaman agirbestê bi tevahî bicîh bînin

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ji bo xurtkirina aştiyê di navbera Îsraîl û Hemasê de civîn tên li darxistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew bi Serokê Îstixbarata Misrê  Hesen Mehmûd Reşad re civiya da ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xezeyê bi pêşve bibe.

Ofîsa Netanyahu di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di hevdîtinê de, pêşvebirina plana Trump, têkiliyên di navbera Îsraîl û Misrê de û xurtkirina aştiyê di navbera her du welatan de hat nîqaşkirin.

 

Hesen Reşad ji bo ketina alîkariyan bi Îsraîlî re hevdîtin kir

 

Her wiha Hesen Reşad ji bo ketina alîkariyan û derbaskirina astengiyên li pêşiya pêkanîna pêşniyara Trump bi rayedarên Îsraîlî re hevdîtin kir.

Hat parvekirin ku Reşad wê bi Nûnerê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Steve Witkoff re jî bicive.

 

Xelîl El-Heyya: Em ê peymana agirbestê bi cih bînin

 

Ji aliyê xwe ve, serokê Şandeya Danûstandinan û Berpirsê Tevgera Hemas li Xezeyê Xelîl El-Heyya îro piştrast kir ku ew xwedî îradeyek xurt in ku peymana agirbestê bi tevahî bicîh bînin.

 

Xelîl El-Heyya: Hewlên vegerandina termên Îsraîlî  berdewam dikin

 

Xelîl El-Heyya anî ziman ku hewlên ji bo vegerandina termên Îsraîliyên ku li Xezeyê hatine girtin, berdewam dikin.

 

El-Heyya got ku tiştên ji navbeynkar û serokê Amerîkayê hatine bihîstin, piştrast dike ku şerê li Xezeyê bi dawî bûye.

 

Herî dawiyê jî Berdevkê Hemasê Hazim Qasim diyar kir ku bêçekkirina tevgerê mijara nîqaşê ye û destnîşan kir ku divê her gavek di vî warî de bi rêya lihevkirina neteweyî û diyaloga rasteqînî were avêtin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî duh da zanîn ku ew ê derfeteke biçûk bide Hemasê, da ku peymana agirbestê ya li Xezeyê bi Îsraîlê re bi cih bîne, lê soz da ku ger Hemas vê yekê neke, ew ê wan ji holê rake.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye