Netanyahu mijarên Îran û Libnanê ji hev veqetandin

Piştî ku rayedarên Îranî diyar kirin ku Tehran her rêkeftineke muhtemel a bi DYA’yê re bi agirbesteke li Libnanê ve girê dide, yekser Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu mijarên Îran û Libnanê ji hev veqetand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporeke rojnameya Îsraîlê, Israel Hayom, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji rayedarên payebilind ên Amerîkî re ragihandiye ku her rêkeftineke pêşerojê ya di navbera Washington û Tehranê de wê operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Libnanê sînordar nekin.

 

Benjamin Netanyahu tekez kir ku Îsraîl wê bi berdewamî axa Libnanê hedef bigire, ger lihevkirinek di navbera Amerîka û Îranê de hebe yan nebe.

 

Her wiha Netanyahu pêşniyara Fransayê ya rawestandina operasyonan li hember piştgiriya dîplomatîk ji Parîsê red kir.

 

Serokwezîrê Îsraîlê got ku niha  ji wan re derfetek stratejîk heye ku Hizbullahê li pişt Çemê Lîtanî bixe, bi armanca ku Îsraîlê bigihêje deverên girîng ên di nav axa Libnanê de.

 

Di heman demê de Karbidestekî payebilind ê Îsraîlî got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê helwesta Îsraîlê qebûl kiriye, ev yek nîşan dide ku Libnan ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump ne girîng e.

 

Ev yek piştî wê yekê hat ku Îranê bi rêya navbeynkaran peyamek ragihand ku tê de diyar dike ku divê Libnan beşek ji her rêkeftina agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê de be.

 

Yisrael Katz îro ragihand ku Îsraîl dixwaze herêmek tampon li başûrê Libnanê ava bike.

 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku Îsraîl wê hemû malên li gundên Libnanê yên nêzîkî sînor hilweşîne.

 

Her wiha Katz got ku wê Îsraîl rê nede nêzîkî 600 hezar kesên ku ji başûrê Libnanê koçber bûne, li cih û warên xwe vegerin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye