Li Hesekê amadekariya cejna Ekîto tê kirin

Bi boneya Cejna Ekîto, Navenda Çandê ya Suryaniyan, amadekariya cejnê dikin. Rêvebera Navenda Çandê ya Suryanî Yolyana Mores Melkê diyar kir ku armanca wan weke navend, çanda Suryaniyan bidin pêş.

reset font size increase font size

Sibe Cejna Ekîto ye, li seranserî Rojavayê Kurdistanê wê di sersala Babilî û Aşûrî de çalakî werin lidarxistin.

 

Rojavayê Kurdistanê bûye mînaka demokratîk, pirrengî û hembêzgeha hemû ol û netewan.

 

Navenda Çandê ya Suryanî, amadekariya Cejna Ekîto dikin.

 

Der barê mijarê de Rêvebera Navenda Çandê ya Suryanî Yolyana Mores Melkê diyar kir ku armanca wan weke navend çanda Suryaniyan bidin pêş.

 

Yolyana Mores Melkê- Rêvebera Navenda Çandê ya Suryanî

 

Yolyana Mores Melkê got ku wê sibe koma wan sê xelekan pêşkêş bike û wê hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aramî û aştîyê li Sûriyê.

 

Li gorî Partiya Yekîtiya Suryanî ragihand ku Cejna Ekîto wê li Dêrikê gundê Hekemiyê , Qamişlo Dimxiya Mezin, Girşêran, Til Temir Til Werdiyat  were pîrozkirin.

 

Bernameya çalakiya seat 11`an dest pê dike.

 

Cejna Ekîto (1’ê Nîsanê) ji kevntirîn cejnên mirovahiyê ye.

 

Dîroka wê vedigere şaristaniyên kevin ên Mezopotamyayê yên Sumerî, Babilî û Aşûrî.

 

Ekîto bi nûjeniya xwezayê, berhemdarî û destpêka sala nû ve girêdayî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye