Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li bajarokê Keferheta yê başûrê Libnanê, li hedefên Hizbullahê daye û di encamê de 7 kes hatin kuştin.
Li Beyrûtê jî dengê teqînan hat bihîstin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên servîsa parastina sivîl ji AFP'ê re parve kirine, di êrîşa îro ya Îsraîlê ya li ser bajarokê Keferheta yê li başûrê Libnanê de, ji malbatekê 6 kes, bi giştî 7 kes hatin kuştin.
Li gor AFP’ê xwe dispêre çavkaniyan û dibêje:
“Malbata hatiye kuştin ji gundekî başûrî koçber bûbûn û li benda xizmekî xwe bûn, da ku erebeyekê bîne û wan veguhêze.
Dema xizmê wan gihaşt nêzî malbatê ew jî hat kuştin.”
Artêşa Îsraîlê beriya êrîşê ragihandibû ku wan dest bi hedefkirina baregehên Hizbullahê yên li herêma Beyrûtê kiriye û hişyarî dabû şêniyên taxên başûr da ku taxan vala bikin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên AFP'ê ragihandine, balafirên şer di nava rojê de bi nizmî li ser Beyrûtê û derdora wê digeriyan.
Serokomarê Libnanê banga diyaloga bi Îsraîlê re kir
Li aliyekî din, Serokkomarê Libnanê Jozef Ewn îro banga dan û standinanên li gel Îsraîlê kir û hişyarî da ku eger şer dewam bike, dibe ku başûrê Libnanê bibe mîna Xezeyê.
Ewn di axaftina xwe ya li gel televîzyonekê de got:
“Rast e, dibe ku Îsraîl bixwaze başûrê Libnanê bike mîna Xezeyê, lê erka me ye ku em nehêlin ev yek pêk were.”
Ewn têkildarî rexneyên ku li ser banga wî têne kirin jî got:
“Hinek dibêjin sûdê dîplomasiyê çi ye? Ez jî dibêjim ma me ji şer çi bi dest xistiye?”
Serokomarê Libnanê destnîşan kir ku zêdetirî hezar û 400 kes hatine kuştin û 4 hezar kes jî birîndar bûne û ev li axaftina xwe zêde kir:
“Xeze rûxiya. Zêdetirî 70 hezar kes bûn qurbanî. Piştre li ser maseya diyalogan rûniştin. Çima em li ser masaya diyalogan rûnanin û dawî li êşê neynin?”