Li Sûriyê deshilat guherî lê rantxuriya Malbatî neguherî.
Derket holê ku Hikumeta veguhez a Şamê li gor xwe pergaleke aborî ava dike.
Ruetress`ê têkildarî projeya “ji nû ve avakirinê” lêpirsîneke taybet çêkir.
Li gorî Ruetress`ê ev proje, pergala aborî ya kevin ji nû ve zindî dike lê vê carê ji aliyê kesên nêzî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve di serî de birayê Ehmed El Şeri Hazim El Şeri heye.
Hin kesên nêzî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û di serî de birayê Ehmed El Şeri Hazim El Şeri, hişmendiya pergala aborî ya kevin a rantxuriyê ji nû ve zindî dikin.
Hazim El Şeri lihevkirinên veşartî bi bazirganan re îmze dike
Li gorî heman çavkaniyê pêvajoya ji nû ve sererastkirina sazûmaniya aboriyê, ji aliya komîteyeke ne fermî ye ku mîna “dewleteke parelel” dixebite û dûrî çavan lihevkirinên veşartî bi bazirganên ji dema rejîma berê de wek bazirgan Samir Foz û Mihemed Hemşo îmze dike.
Ruetress balkişand ku Hazim El Şeri bi fînanskerê lubnanî Ebû Meryem re hevkar e, Ebû Meryem yek ji kesên herî zêde, rol di avakirina pergala aboriyê ya nû de dilîze.
Komîteya navborî, hemû stratejiyên wek şîrketa Syria Tel, şîrketa bafirvaniyê Ecnihet El Şerq ya niha di navê “Fly Şam” kar dike, ku berê di destê Rejîma Baasê de bûn, niha ji aliya Hazim El-Şeri û hevkarên wî ve têne kontrol kirin.
Hazim El Şeri “Sindoqa serdestiyê ya dewlemendiyê” ava kiriye
Ruetress eşkere kir ku di vê dawiyê de “sindoqa serdestiyê ya dewlemendiyê” hate avakirin û ji aliyê Hazim El Şeri ve tê rêvebirin. Hemwextî çavdêriyeke serbixwe a zelal têkildarê jêderên sermyanên bi rêya sindoqê ve têne bikaranîn, tune ye.
Xwezaya ne fermî ya komîteyê û jêderên fînanseyê yên nediyar, dihêle ku derfetên hesabpirsînê kêm bin.
Ev kar dihêle ku hawîrdoreke veberanînê ya pê nebawer li Sûriyeyê ava bibe.
'Bûyerên diqewime ji veguhertinê yan jî çakkirinê dûr in'
Çalakvanên aborî û muxalif diyar dikin ku bûyerên diqewimin ji veguhertinê yan jî sererastkirinê dûr in.
Hewldaneke aşkera ya ji nû ve hilberandina pergala aborî ya berê heye û tenê rûyên kesan hatin guhertin lê cewherê hişmendiya ewlehiyê û keysbaziyê ya berê heman e.