Bahçelî pêşniyar dike ku komisyon hevdîtinê bi Ocalan re bike

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de, têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" axivî Bahçelî got: "Dê xebatên yasayî dest pê bikin û eger pêwîst bike, divê endamên Komîsyonê herin Îmraliyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Devlet Bahçelî: Dê xebatên yasayî dest pê bikin

 

Serokê Giştî yê MHPê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de, axivî.

 

Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku şandeyeke ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê (Komîsyon) biçe Îmraliyê û rasterast bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

 

Bahçelî behsa xebatên pêvajoya çareseriyê kir û wiha domand: "Dê xebatên yasayî dest pê bikin. Êdî dema me nîne ku em ti kesî feda bikin. Divê kesên ku tevlî çalakiyên çekdarî nebûne malbatên xwe hembêz bikin."

 

Bahçelî: QSDê çek nedaniye û li banga Îmralî guhdar nekiriye

 

Her wiha, Bahçelî QSDê wek "aliyek bandorê" binav kir û bang li Rêber Abdullah Ocalan kir ku bibe garantor ji bo çekdanîna QSDê û wiha pê de çû: "HSD/YPGya hîn çek nedaniye û guh nedaye banga Îmraliyê. Hêviya min ev e, rêbertiya damezrîner a PKKyê divê rasterast bi heman naverokê bangî HSD/YPGê bike û bixwaze ku li gorî hevpeymana 10ê Adarê ya bi rêvebiriya Şamê re hatiye îmzekirin, tevbigerin."

 

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku divê zemîneke muzakereyê ya berfireh û realîst ji bo sererastkirinên siyasî û hiqûqî were avakirin: "Divê her kes were guhdarîkirin û nexşerêya herî ewle were diyarkirin."

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24