Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyê demoratîk(HSD) Mezlûm Ebdî tevî heyatekê çû Şamê paytexta Sûriyê.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Murhef Ebû eşkere kir ku ew bi Mezlûm Ebdî re civiyaye û wan agirbesteke ragihandine.
Murhef Ebû Qesra agahî li ser hesabê xwe yê X'ê belav kir û got:"Beriya niha min bi Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir û me li ser agirbestekê berfireh li hemû xalên belavbûna leşkerî yên li bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin,ev rêkeftin dê yekser bikeve meriyetê."
Duh bi şevê di navbera Hêzên Hikûmeta veguhêz û Hêzên Asayîşê ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de,şerekî rû dabû.