Di demên dawî de, gelek bûyer lî Rojhilata Navîn qewimîn, Amerîka jî, dixwaze herêmê têxe bin serweriya xwe.
Malpera Axios, ragihand ku Thomas Barrack û Netanyahu derbarê rawestandina êrîşên li ser Lubnanê û danûstandinên di navbera Sûriye û Îsraîlê de axivîne.
Axios eşkere kir ku Barrack bi Wezîrê Kar û Barên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer, Wezîrê Derve Gideon Sa'ar û Wezîrê Parastina Îsraîlê Katz re civiya.
Îsraîl û Lubnanê li ser bêçekkirina Hizbullah li hev kir
Duşema borî jî, Barrack bi Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun, Serokwezîr Temam Selam û Serokê Parlamentoyê Nebîh Berri re civiya û bêçekkirina Hizbullahê û xurtkirina peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de hatin nîqaşkirin.
Barak piştrast kir ku hikûmeta Lubnanê razî bûye ku Hizbullah bêçek bike û artêş erkdar kiriye ku ji bo vê armancê planeke operasyonel amade bike, niha jî divê Îsraîl gavekê ber bi pêş ve bavêje.
Ji bo Siweyda Îsraîl û Sûriyeyê di hin xalan de li hev kirin
Li aliykî din jî, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed El-Şeybanî û Serokê Îstîxbaratê Husên Selame roja sêşema borî li Parîsê, bi Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re hevdîtinek pêk anîn, di hevdîtinê de, nûnerê Amerîkayê ya Sûriyeyê Tom Barrak jî, amade bû.
Televîzyona El-Îxbariye ragihand ku her du alî li ser pêwîstiya zêdekirina alîkariyên ji xelkê Swêdayê re ji bo sivik kirina şert û mercên jiyanê yên dijwar li hev kirin.
El-Îxbariye da zanîn ku her du şandeyan li ser "mekanîzmayeke zelal ji bo ji nû ve aktîvkirina peymana agirbestê ya 1974an,nîqaş kirin.
Peymana 1974an wê destwerdanên Îsraîlê yên nav axa Sûriyeyê rawestin û hawîrdorek aram armanc dike.
Amerîka siyaseta xwe li Sûriyê diguherîne
Rojnameya Washington Post anî ziman ku piştî tundiya li dijî Elewî û Durziyan Amerîkayê siyaseta xwe guhart.
Washington Post diyar kir ku nûnerê Amerîka Tom Barrack dibêje: "Li şûna dewleteke navendî, divê em li ser avahiyek bifikirin ku her kes bikaribe çanda xwe tê de biparêze."
Barrack diyar kir ku ew dixwazin sîstemek li Sûriyeyê were avakirin, da ku her kes bêyî gefa Îslama siyasî, yekparçeyiya xwe, çanda xwe û zimanê xwe biparêze.