Piştî 9 mehan Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di demeke civîna Parîsê nêz bûye de serdana Şamê kir.
Hakan Fîdan duh ji nişka ve serdana Serokê Hikumeta Veguhêz ya Şamê Ehmed El Şera re kir.
Fîdan ragihand ku her du welatên cîran dixwazin têkiliyên xwe xurt bikin û pesnê hewldanên Sûriyeyê ji dema hilweşandina Beşar Esed de da.
Li ser operasyonên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Fîdan li ser Xê nivîsand û got:
"Di hevdîtinên me yên îro de bi El Şera re, me derfet dît ku em li ser çend mijarên wekî bazirganî, veberhênan, veguhestin, enerjiyê û operasyonên Îsraîlê yên li Sûriyeyê nîqaş bikin."
Wî tekez kir ku di bin serokatiya serokkomarên her du welatan de, hewil didin ku hevkariya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de di hemû waran de kûrtir bikin.
Fîdan wiha berdewamî da nirxandinên xwe: “Piştî hilweşandina Esed, Îsraîl siyaseteke ji bo bê îstîqrarkirina herêma me dimeşîne, di nav pêla tundûtûjiya mezhebî de, wan bi sedan êrîşên esmanî li ser navendên leşkerî yên li Sûriyeyê kirin."
Her wiha hate ragihandin ku Fîdan û Şera derbarê peymana 10ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Hikûmeta Veguhêz ya Şamê de pêktibû nîqaş kirine.
Armanc û paşxaneya vê serdanê nehat ragihandin
Sarkis Kassarjian, lêkolînerê karûbarên Tirkiyê, diyar kir ku wekî hemû serdanên berê, armanc û paşxaneya vê serdanê nehat ragihandin, lê ji ber dema wê bi gelek pêşketinan re, armancên wê dikarin werin pêşbînîkirin."
Kassarjian destnîşan kir ku daxuyaniyên fermandarê QSDê yên çend roj berê li ser paşxistina civîna Parîsê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta veguhêz ya Şamê de , îhtîmala hevrêziya di navbera Enqere û Şamê de di derbarê vê civînê de nîşan dide.