Peyman çarçoveyî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de, kete meriyetê.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku li heremên ewlehiyê ku wekî herêmê tecrûbeyê hatibû destnîşankirin hêzên Îsraîlê dest bi vekişînê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, wek beşek ji qonaxa ceribandinê, tîmên ji artêşa Îsraîlê, artêşa Amerîkayê û artêşa Libnanê ji bo berdewamiya cîbicîkirina peymanê, operasyonên hevrêzkirin û plansazkirinê pêk tînin.
Artêşa Libnanê li bajarokê Zewterê yê başûrê Libnanê belav bû
Her wiha Reuters`ê belav kir ku karbidestekî payebilind ê ewlehiyê yê Libnanî diyar kir ku artêşa Libnanê dest bi bicihkirina li bajarokê Zewterê yê başûrê Libnanê kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, ev yek jî piştî vekişêna hêzên Îsraîlê ji wî bajarokî pêk hat.
Donald Trump û Joseph Aoun li Qisra Spî hevdîtin pêk anîn
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Libnanê Joseph Aoun li ser têkiliyên dualî û rewşa Libnanê hevdîtinkirin.
Di hevdîtina her du aliyan de, piştrast kir ku têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Libnanê de pir baş in.
Her wiha destnîşankir ku Washington dê piştgiriya xwe ya ji bo Beyrûtê bidomîne û wê alîkariya Libnanê bikin ta ku pirsgirêkên xwe çareser bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun jî spasiya hevtayê xwe yê Amerîkî kir.
Joseph Aoun got ku vegera Libnanê bo aramî û ewlehiyê tenê meseleya demê ye.