"Teknokratên serbixwe yên Filistînî wê Xezeyê birêve bibin"

Sekreterê Giştî yê Tevgera Înîsiyatîfa Neteweyî ya Filistînê, piştrast kir ku li ser hebûna hêzên aştîparêz û çavdêrên agirbestê li Xezeyê lihevkirinek hatiye kirin. Berdevkê Hemasê Hazim Qasim jî, tekez kir ku wan li ser rêziknameyên qonaxa duyemîn a rêveberiya Xezeyê li hev kiriye û ew qebûl dikin ku ew ê Filistînî be. Ofîsa Netanyahu jî, dengdana Knessetê ya li ser tevlîkirina Şerîaya Rojava ji hêla muxalefetê ve, weKe provokasyonek siyasî ya bi zanebûn bilêv kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteyên Filistînî ku Hemas û Fetih jî di nav de ne, çend roj berê li Qahîreyê dest bi civînan kirin, da ku li ser mekanîzmayên pêkanîna agirbestê li Xezeyê nîqaş bikin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Înîsiyatîfa Neteweyî ya Filistînê Mistefa Barxûtî, piştrast kir ku li ser hebûna hêzên aştîparêz û çavdêrên agirbestê li Xezeyê lihevkirinek hatiye kirin.

 

Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio jî, duh li ser amadebûna çend welatan ji bo beşdarbûna di hêza îstîqrara navneteweyî ya li Xezeyê de, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Di heman demê de, komên Filistînî yên ku li Qahîreyê civiyan, daxwaza avakirina hêzeke navneteweyî kirin û biryar dan ku kontrola Xezeyê radestî komîteyek ji teknokratên serbixwe yên Filistînî bikin.

 

Her wiha berdevkê Hemasê Hazim Qasim tekez kir ku ew lihevhatina aliyan bi prensîbên gelê Filistînê re li hev dike û got:

"Me li ser rêziknameyên qonaxa duyemîn a rêveberiya Xezeyê li hev kiriye û em qebûl dikin ku ew ê Filistînî be."

Hazim Qasim da zanîn ku civînên pêşerojê wê li ser çarenûsa çekên tevgerê û hebûna hêzên NY bêne nîqaşkirin. 

 

YE: Tevlîkirina Şerîaya rojava ji aliyê Îsraîlê ve neqanûnî ye

 

Li aliyekî din jî, Berdevkê Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku her hewldanek ji bo tevlîkirina Şerîaya Rojava bo ser Îsraîlê wê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî be.

 

Ofîsa Netanyahu: Dengdana Knessetê ya li ser tevlîkirina Şerîaya Rojava provokasyon e

 

Ofîsa Netanyahu jî, bi daxuyaniyekê ragihand ku dengdana Knessetê ya li ser tevlîkirina Şerîaya Rojava ji hêla muxalefetê ve, provokasyonek siyasî ya bi zanebûn bû, da ku di serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ya Îsraîlê de nakokiyan derxîne.

Her wiha Trump gef xwar ku ger Îsraîl gavekê ji bo tevlîkirina Şerîaya Rojava bavêje, ew ê hemû piştgiriya Amerîkî winda bike.

 

Di şerê li Xezeyê de 61 milyon ton kavil çêbûne

 

Di demên ku hewildanên pêşvebirina agirbestê berdewam dike de, hewilên ji nû ve avakirina Xezeyê jî di rojevê de ye.

Li gorî agahiyên AFP’ê, di şerê li Xezeyê de 61.5 milyon ton kavil çêbûne.

Li aliyê din jî, UNEP’ê hişyarî da, dibe ku bi milyonan ton kavil bi asbest û kîmyewiyên jehrîn qirêj bibin û ev yek ji bo sivîlên ku li kampên penaberan dijîn, xetereyek cidî ya tenduristiyê çêdike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye