Doza gendeliyê ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê di roja duyemîn de jî mîna roja yekem, bi aloziyê dest pê kir.
Hewldana ku parêzer tenê piştî kontrolkirina nasnameyê bikevin hundirê dadgehê bû sedema nîqaşan.
Piştî nerazîbûnên parêzeran ku diyar kirin ku ev li dijî qanûna pîşeyê hiqûqnasiyê ye, heyeta dadgehê bi devkî biryar da ku parêzer dikarin bikevin hundirê dadgehê.
Parlamenterê CHP ya Rihayê Mahmut Tanal, li ber dadgehê bi rojnamevanan re axivî û got:
"Dadgehek bê parêzer ne darizandin e.
Ew sepandina rejîmek otorîter e.
Pratîka heyî heman zihniyeta darizandinên Yassıada nîşan dide."
Paşê, gelek parêzer, tevî Serokê Baroya Tirkiyê Erinç Sagkan, ketin hundirê eywana dadgehê.
Îro danişîn bi nîqaşa 'kursî' dest pê kir
Hasan Îmamoglu, bavê Ekrem Îmamoglu û kurê wî Mehmet Selim Îmamoglu jî ku di heman dozê de bi daxwaza girtinê têne darizandin, gihîştin salona dadgehê ya li Silivriyê.
Piştî hatina bersûcên girtî, di navbera Ekrem Îmamoglu û serokê dadgehê de nîqaşeke "kursî" ye derket.
Dema ku bersûcên girtî anîn hundirê dadgehê, efserê cendirmeyan li serê rêza wan rûniştibû.
Ekrem Îmamoglu li dijî vê yekê derket, red kir ku li kêleka efserê cendirmeyan rûne û cihê wî girt.
Piştre cendirmeyan kursiyek ber bi korîdorê ve birin, nehiştin Îmamoglu bigihîje kursiyê.
Îmamoglû bertek nîşanî rewşê da û got, "Hûn rêya kê asteng dikin? Tiştê ku hûn dikin şermek e ji bo dadweriya Tirkiyê.
We ji kê talîmat wergirtiye?"
Dema ku wî daxwaz kir ku ew dikare biçe aliyê parêzerê xwe, serokê dadgehê diyar kir ku dadgeh ne cihekî ye ku bersûc dikarin bi azadî lê bigerin.
Piştî vê yekê, danişîn dest pê kir. Danişîna dozê hê jî berdewam dike.