Balyozê Amerîkayê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de beşdar bû.
Barrack di Forumê de axivî û Tirkiye wekî "yekane endama NATO'yê ya fonksiyonel ya li herêmê" bi nav kir.
Barrack her wiha li ser mijara Sûriyê jî rawestiya, û ev welat wekî qadeke girîng ji bo hevkariya navneteweyî bi nav kir.
Barrack got ku, ew bawer dike ku pirsgirêka mûşekên S-400î ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de, dê di demeke nêzîk de çareser bibe.
Di daxuyaniya xwe de got:
"Têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, qet evqas baş nebûne.
Ez difikirim ku hûn ê bibînin ku pirsgirêka mûşekên S-400î di demeke nêzîk de çareser dibe.
Qebûlkirina Tirkiyê bo bernameya F-35 ne pirsgirêk e."
Balyozê Amerîkayê di axaftina xwe ya li ser Ehmed Şera û Sûriyê de jî wiha got:
"Çima Sûriye dixebite? Ji ber ku rêberekî bihêz, biryardar û wêrek heye.
Dibe ku mirov di demên berê de pê re li hev nekiribin,
Lê ew wî di rêka rast de dibînin.
Sûriye ji bo me laboratoreke mezin e, ku em biceribînin
Ka diyalog û hevkarî dixebitin an na ?
û heta niha karekî pir baş dike."