Omer Mihemed Ehmed û Mêrxas Mihemed Omer, du xortên Kurd ji Girê Spî ne û li Reqayê dijîn, dema ku xwestin bi malbatên xwe re ji Reqayê derkevin, ji aliyê endamên Ewlehiya Giştî ve hatine girtin.
Her du xort di 15'ê Nîsanê de, bêyî tu tawaneke zagonî, li ber xala kontrolê ya Hemrat hatine sekinandin û ji bo cihekî ne diyar hatine veguhastin.
Li gorî agahiyên ku me wergirtine; malbat hatiye berdan, lê heta niha ti agahî li ser Mêrxas û Omer nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku beriya wê, li Efrîn - Helebê jî çend ciwanên Kurd hatine girtin.