SOHR: Li Siweydayê heta niha 1653 kes hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hejmara kesên di komkujiyên li Siweydayê de hatine kuştin, gihiştiye hezar û 653 kesî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê eşkere kir ku li Siweydayê piştî şerê 13`ê tîrmehê û heta niha, 724 kes ji parêzegah Siweydayê ku 166 sivîl, 21 zarok û 56 jin di nav de ne, her wiha 477 çekdarên Wezareta Parastinê û Hêzên Ewelekariya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, di nav de 40 çekdarên eşîrên Ereban û çekdarekî Lubnanî hatine kuştin.

Di heman demê de, 15 çekdarên Wezareta Parastinê û ya Navxwe tevî 3 sivîlan di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de hatine kuştin, her wiha 2 rojnamevanan jî di şerê li Siweydayê de jiyana xwe ji dest dane.

SOHR`ê ragihand ku 429 kes piştî ku ketine destê çekdarên Wezareta Parastinê û ya Navxwe, bi guleyan hatine kuştin, di nav wan de jî 38 jin,14 zarok û kal û pîr, her wiha 20 bijîşk û karmendên nexweşxaneyê hene.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24