Paris Saint-Germain Kûpaya Super a Ewropayê qezenc kir

Paris Saint-Germain, Tottenham têk bir û Kûpaya Super a Ewropayê qezenc kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, maça fînal ya Kûpaya Super a Ewropayê, di navbera tîma Paris Saint-Germain û Tottenham de bû.

Maç gelekî bi hêz bû û her du tîman kedeke mezin dan, da ku kûpayê bi dest bixin.

Di xuleka 39an de, lîstikvanê Holandî, Mickey van de Veen, gola yekem ji Tottenhamê re anî û nîvê yekem wiha bi dawî bû.

Di xuleka 48an de, lîstikvan Cristian Romero yê Arjantînî gola duyem anî û encam bû 2-0.

Tîma Paris Saint-Germain hewl da vegere maçê û hin guhertin çêkirin. lîstikvan Kang-in Lee gola yekem di xuleka 85an de anî û di xuleka 90+4 de lîstikvanê Portugalî Goncalo Ramos gola wekheviyê anî û dema maçê ya fermî bi encama 2-2 bi dawî bû.

Maç derbasî penaltiyê bû û di dwiyê de, Tîma Paris Saint-Germain bi encama 4-3 bi ser ket û Kûpaya Super a Ewropayê bi dest xist.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye