Hizbulah: Civîna di navbera Libnan û Îsraîlê de nasnameya neteweyî ya Libnanê nîşan nade

Parlamenterê Hizbulahê Hesen Fedlulah got, civîna ku di navbera balyoza Libnanê li Washingtonê û hevtayê wê yê Îsraîlî de pêk hat, nasnameya neteweyî ya Libnanê yan jî hilbijartinên gelê wê nîşan nade.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamenterê Hizbulahê got ku biryara Hikûmeta Libnanê ya ku ji bo hevdîtinên bi Îsraîlê re, gunehekî neteweyî ye ku wê dabeşbûnên li Libnanê kûrtir bike.

Civîna ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ve hat lidarxistin, di van dehsalan de yekem civîna rasterast di navbera Libnan û Îsraîlê de bû.

Her wiha Karbidestekî payebilind ê Îsraîlî got ku kabîneya ewlehiya navxweyî, bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu, wê îro saet 8:00’ê êvarê civînekê li dar bixe, da ku îhtîmala agirbestê li Libnanê nîqaş bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye