Karasu: "Qanûna çarçoveyî çareseriyê ji pirsgirêka Kurdî re peyda nake"

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu qanûna çarçoveyî ya nû nirxand û diyar kir ku ev gav weke destpêkekê girîng e, lê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurdî çareser nake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

'Hezar kîlometre bi yek gavê dest pê dike'

Piştî erêkirina qanûna çarçoveyî, nirxandina yekem ji aliyê Endamê Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu ve hat kirin. Mustafa Karasu destnîşan kir ku nîqaşên li ser çareseriya siyasî û demokratîk a bêşer girîng in û wiha got:

''Helbet ev qanûn di vî warî de girîng e. Jixwe nîqaş dihatin kirin ku pirsgirêka Kurdî bê şer bi rêyên siyasî yên demokratîk were çareserkirin. Ango weke gotina Abdullah Ocalan, hezar kîlometre bi yek gavê dest pê dike. Em jî wiha dinirxînin. Yan jixwe ev qanûn, ne qanûnek e ku çareseriya pirsgirêka Kurdî pêk tîne.''

'Di qanûnê de nebehskırına pırsgırêka Kurdî kêmasiyek e'

Karasu bal kişand ser naveroka qanûnê û diyar kir ku divê ev gav tenê weke helwesteke destpêkê ya xwedî armanc were dîtin. Karasu her wiha rexne li nebûna navê pirsgirêkê girt:

''Di qanûnê de behsa çareseriya pirsgirêka Kurdî nekirin, kêmasiyeke girîng e. Jixwe di daxuyaniya xwe de jî, me ev yek anî ziman. Lê êdî destpêkek e. Em ê vê destpêkê çawa bimeşînin, pêvajoya ji vir û şûnde girîng e.''

'Divê guhertin destpêkê di ziman de pêk bê'

Mustafa Karasu ziman û şêweaza desthilatê û ragihandina fermî rexne kir. Karasu hişyarî da ku nêzîkatiya "çek hatin berdan wê her tişt çareser bibe" ne rast e û ji bo aştiyê banga guhertina ziman kir:

''Heta ku ziman û şêwaz neyê guhertin, nêzîkatî neyê guhertin, pêkanîna aştiyê ne pêkan e. Hem em ê ji bo aştiyê birûnin, biaxivin û hevdîtinan bikin, hem jî em ê zimanê xwe li gorî vê eyar nekin. Helbet ev ne rast e. Me ev yek rexne kir. Êdî ti wateya gotina ‘terorîst, rêxistina terorê’ nîne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye