Neteweyên Yekbûyî: Em piştgiriyê didin Qanûna Çarçoveyî

Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî pêvajoya ji bo çareserkirina meseleya Kurd û bidawîanîna pevçûna çekdarî, daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NY'yê Farhan Haq, di civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya NY'yê ya li New Yorkê de, pirsên têkildarî "Qanûna Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekparebûna Civakî" de bersivandin.

Haq diyar kir ku ew pêvajoyê dişopînin û li metna qanûnê dinêrin.

Haq ragihand ku ew piştgiriyê didin hemû gavên hikûmeta Tirkiyê yên li ser aştiya digel PKK'ê û hemû komên Kurdan avêtiye û bi vî awayî hat hînbûn ku NY vê pêvajoyê erênî dinirxîne û piştgiriyê dide wê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye