CENTCOM operasyoneke din li dijî Îranê pêk anî

Îro Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêleke nû ya êrîşên asmanî yên li ser Îranê bi dawî bûye û pergalên parastina asmanî jî bûne hedef. Îranê jî bersiva êrîşan da û wê jî çend êrîş li ser hin welatên kendavê pêk anî. Ji bilî welatên kendavê duh bi çend dronên bombebarkirî êrîşî parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

CENTCOM hîn jî êrîşên xwe yên li dijî Îranê ranewestandiye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêleke nû ya êrîşên asmanî yên li ser Îranê bi dawî bûye û pergalên parastina asmanî jî bûne hedef.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrîşan, lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo çêkirina metirsiya li ser keştiyên bazirganiyê yên li tengava Hurmizê ye.

Amerîkayê pergalên parastinê yên Îranê bombebaran kirin

CENTCOM’ê eşkere kir ku hêzên Amerîkayê navendên fermandariyê, pergalên parastina asmanî, şiyana mûşek, dron û tesîsên çavdêriya qeraxan ên Îranê kirine hedef.

CENTCOM’ê her wiha destnîşan kir ku ji bo lêdana armancên li gelek xalên ku di nav wan de Bender Ebas jî heye çekên hesas hatine bikaranîn.

Fermandariyê behsa operasyoneke din a vê sibehê jî kir.

Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê di pêleke êrîşan a ku 90 xulekan ajotiye de li Girava Tunba Mezin pergalên parastinê û çeperên mûşekan bombebaran kirine.

CENTCOM di rojên dawî de li ser hev operasyonan dibe ser binesaziya leşkerî ya Îranê.

Waşington dibêje armanca van êrîşan kêmkirina gefên li ser trafîka deryayî ya navneteweyî ya li tengava Hurmizê ye.

Demên dawiyê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ya li ser tengava Hurmizê gurtir dibe.

Bi navbeynkariya Pakistanê ji bo çareseriyeke mayînde peymanek hatibû amadekirin lê niha Amerîka û Îran li hev dixin.

Îran êrîşî welatên li derdora xwe dike

Duh jî Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan li Behreyn, Kuweyt û Urdunê êrîşî navendên leşkerî yên Amerîkî kirine. 

Her wiha diyar kir ku wan bi êrîşeke mûşekî û dronê li Baregeha Hewayî ya Elî El Salem a Kuweytê kombûneke leşkerên Amerîkî û sîstema radarê hedef girtine.

Artêşa Urdunê 8 mûşekên îranê anîn xwarê

Artêşa Urdunê jî îro bi daxuyaniyekê anî ziman ku pergala berevaniya asmanî 8 mûşekên ku ji Îranê ber bi Urdunê ve hatin avêtin, xistine xwarê.

Bi çend dronan êrîşî Hewlêrê hat kirin

Di heman demê de duh bi çend dronên bombebarkirî êrîşî parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Di êrîşan de ti zererên canî çênebûne.

Hin welatên kendavê parstinna xwe ya hewayî xurt dikin

Li beramberî van êrîşên Îranê li ser hin welatên kendavê hat ragihandin ku Amerîka bi 1.96 milyar dolar çekan difroşe Erebistana Siûdiyê

Her wiha wê Kuweyt bi 484 milyon dolarî alav û parçeyên balafirên C-17 ji Amerîkayê bikire.

Şer gur dibe û petrol jî buha dibe

Bi vî şerî re buhayê petrolê tê guhertin. 

Amerîkayê roja çarşemê, piştî sepandina ducare ya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê, êrîşî pêgehên mûşekan ên Îranê kir.

Îranê jî gefên zêdetir li ser tesîsên enerjiyê yên herêmê xwarin û ragihand ku ew li gel Amerîkayê di "şerekî man û nemanê" de ne.

Buhayê petrola brent 33 sentan ango ji sedî 0,04 bilind bû û bermîl gihîşt 85,28 dolaran.

Di heman demê de bihayê petrola sivik a Teksasê 42 sentan, ango ji sedî 0,5 bilind bû û bermîl gihîşt 80,02 dolaran.

Her du cureyên petrolê roja çarşemê nêzîkî ji sedî 0,3 bilind bûbûn û nêzîkî asta herî bilind a meha borî bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye