Elî Zeydî piştî serdaneke ji bo Erebistana Siûdî vegeriya Îraqê

Serokwezîrê Îraqê piştî serdaneke ji bo Erebistana Siûdî û hevdîtinên bi Mihemed bin Selman re vegeriya Îraqê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ofîsê got ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Riyadê bi Mihemed bin Selman re civiya da ku li ser pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî nîqaş bike.

Her wiha wan tekezî li ser hevrêzkirin û pêşxistina têkiliyên di navbera Bexda û Riyadê di hemû waran de, bi taybetî ewlehî û aramiya herêmî kirin.

Êrîşên li ser Balafirgeha melîk Xalid li Riyadê jî şermezar kir.

Mihemed Bin Selman piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Îraqê dubare kir

Zeydî pabendbûna hikûmet û gelê Îraqê ji bo pêşxistina têkiliyan bi welatên cîran re û têkiliyên baş û rêzgirtina ji bo serwerî, ewlehî û aramiya wan dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, Mihemed bin Selman piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Îraqê di hewildanên wê yên ji bo bidestxistina aramî û ewlehiyê de dubare kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye