Kenala Erebî belav kir ku di çarçoveya diyarkirina 30’ê îlonê de wekî dema dawî, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê dest bi vekişînê kirine û ev pêngav berdewam e.
Tevî bicihkirina pêvajoya vekişîna van hêzên leşkerî jî, beşek ji şîrovekar û hêzên siyasî hîn jî bi fikarin ka gelo hêzên Îraqî û Pêşmerge ji aliyê lojîstîk, veguhastin û asmanî ve amade ne ku vê valahiyê tije bikin, ku di encama çûyîna hevpeymanan de çêdibe; bi taybetî li wan herêmên ku ketine nav valahiya ewlehiyê û hîn jî metirsiya bermahiyên DAIŞ’ê li ser wan maye.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di sala 2014’an de û piştî dagirkirina qadên berfireh ên Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, bi vexwendina fermî ya hikûmeta Îraqê hatibû nav Îraq û Herêma Kurdistanê; armanca wê pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî, lojîstîk û şêwirmendiyê bû.
Pêngava vekişîna hêzên hevpeyman a ji Herêma Kurdistanê berdewam e
Li gorî çavkaniyên kenala Erebî, pêvajoya vekişandina hêzên leşkerî, amûr û pêwîstiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya ji Herêma Kurdistanê berdewam dike.