Ji destpêka serhildana alozîyên di navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê de, Başûrê Kurdistanê rûbirûyê êrîşên curbecur bûye.
Ji ber nêzîkî hezar êrîşên balafirên bê mirov û moşekî li ser deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê, 32 kes şehîd bûn û 154 kesên din jî birîndar bûn.
Herêma Kurdistanê daneyên hûr û lîsteya tam a ziyanan ji Bexdayê re şandine
Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Îraqê biryar daye ku qerebûya darayî ya tam a hemû kesên ku zirar dîtine bike.
Ji bo vê armancê jî Başûrê Kurdistanê daneyên hûr û lîsteya tam a ziraran amade kiriye û ji Bexdayê re şandiye.
Wezîrê Navxweyî: Me daneyên ziyandîtiyên êrîşan şandin Bexdayê
Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand, ku Wezareta Navxwe raporek piralî û tije zanyariyên hûr radestî hikûmeta federal kiriye û niha jî li benda destpêkirina pêvajoya qerebûkirinê ye.
Îraqê biryar daye ku sîstemên berevaniyê li zevî û saziyên petrolê bi cih bike
Ji aliyê din ve, der barê parastina binesaziya enerjiyê de, hikûmeta Îraqê biryar daye ku sîstemên berevaniyê yên pêşkeftî li seranserî kêlgeh û sazîyên petrolê bi cih bike.
Erkê sereke yê parastina van cihên hesas û xebitandina sîstemên berevaniyê dikeve ser milê hêzên Başûrê Kurdistanê û biryar e ku pêşwext xulên rahênanê yên taybet ji bo wan bên vekirin da ku şarezayiya tam bi dest bixin.
Wezîrê Navxweyî tekezî kir ku hevahengiya wan bi Serokatiya Erkanê Artêşa Îraqê re berdewam e û diyar kir ku biryar e di çend rojên pêş de li Bexdayê, civîneke girîng der barê vê mijarê de bê lidarxistin.