Koma Seraya Ewliya Dem ku wekî beşek ji Berxwedana Îslamî ya li Îraqê tê naskirin, daxuyaniyek belav kir.
Koma Seraya Ewliya Dem di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ji bo êrîşên li ser baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Başûrê Kurdistanê amade ne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin:
"Em amade ne ku êrîşên xwe yên leşkerî yên li ser baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin.
Em ê baregehên artêşa Amerîkayê bi şêwazekî hîn dijwart û bi bandortir bikin hedef."
Li gorî daxuyaniyê heman komê di dema borî de zêdetirî 200 êrîşan pêkanîne.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew dixwazin tama şikestinê bi hêzên biyanî bidin hîskirin, da ku wan neçar bikin bi temamî ji xaka Îraq û tevahiya herêmê derbixin.
Îraq hewl dide bi rêya diyalogê bigihîje lihevkirinekê
Hikûmeta Îraqê di rewşeke dijwar de ye, ji aliyekî ve naxwaze rûbirûyê komên “Berxwedana Îslamî” bibe, ji aliyê din ve jî berpirsiyar e ku parastina dîplomat û şêwirmendên biyanî bike.
Îraq, hewl dide ku bi rêya diyalogê bi aliyên Amerîkî re bigihîje lihevkirinekê da ku hebûna hêzên biyanî bi dawî bibe, lê daxuyaniyên tund ên komên çekdar vê pêvajoyê lawaz dikin.
Aliyên Kurdî bi fikar in ku Başûrê Kurdistanê bibe hedefa êrîşan
Ji ber ku beşek ji baregehên Amerîkayê li Hewlêrê ne, aliyên Kurdî bi fikar in ku Herêma Kurdistanê bibe hedefa êrîşên van komên çekdar.
Lewma berpirsên Herêmê naxwazin Îraq bibe qada çareseriya hesabên derve.